ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
RUHÊ SERKETINÊ YÊ PKK’Ê WÊ RÊ LI BER SERKETINA PÊNGAVÊ VEKE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK Dûran Kalkan, bû mêvanê Bernameya Taybet a Medya Haberê.
Dûran Kalkan, destnîşan kir ku PKK wekî tevgereke girîng ket 43 saliya xwe û bal kişand ser pêngava KJK û KCK’ê ya “Dem dema azadiyê ye.”
Em bi pêngava dem dema azadiyê ye ketin sala nû.
Rûhê serketinê yê PKK’ê bi hemleyê re bû yek.
Em bawer dikin ku ev ê jî rê li ber serketinên mezin veke.
Ji bo ku ji pêvajoyê re pêşengî bike wekî partî, çi ji destê me tê em ê jî bikin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
HEVALÊN LI ZINDANAN BI HEDEFA SERKETINÊ DEST BI ÇALAKIYÊ KIRIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan jî nirxand.
Kesên ku li zindanan dest bi berxwedanê kirine, tenê ji bo xwe çalakî nakin.
Beşdarî têkoşîna pêngava li derve dibin.
Dixwazin sîstema îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê hilweşe û Rêber Apo fîzîkî azad bibe.
Ji ber ku dîtin tecrîda li Îmraliyê ji bo herkesî ye.
Ji bo zindaniyan tûndî, êşkence û zilm e.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
KESÊN DI ZINDANAN DE BERÎ HERKESÎ SÎSTEMA LI ÎMRALIYÊ FERQKIRIN
Dûran Kalkan bibîr xist ku li derve têkoşîneke hilweşîner li hemberî faşîzma AKP/MHP’ê pêk bihata, pêdivî bi berxwedana zindaniyan nedibû.
Di vê çerçoveyê de ez berpirsiyariya me dibîninm, divê herkes jî bibîne, civak jî bibîne.
Diviyabû me bingeheke ku dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin ji holê rakira.
Em di ferqa qelsiya xwe de ne û ji bo derbas bikin jî çi ji me tê xwestin em ê bikin.
Ya rast berî herkesî, kesên di zindanan de dîtin ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmrali ne hilweşe, wê rewş çawa be.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DÛRAN KALKAN:
YA JI ŞENGALÊ TÊ XWESTIN TERZÊ RÊVEBIRINÊ YÊ DEWLETA TIRK E
Mijareke din ku Dûran Kalkan bi taybetî li ser sekinî jî mudaxeleya li dijî Şengalê bû.
Em hêvî dikin ku siyasetmedarên li Bexdayê mudaxeleyî pêvajoyê bikin.
Rêveberiya Iraqê aqîlane tevbigere û xwe nexe rewşeke ku bi DAIŞ re were bîranîn.
Dûran Kalkan destnîşan kir ku ya ji şengalê tê xwestin terzê rêvebirina dewleta Tirk e.
Dewleta Tirk, çawa li Tirkiyê bakurê Kurdistanê xistiye bin dîktatoriyeke faşîst, dixwaze Şengal jî bikeve bin rêveberiyeke bi vî awayî.
Iraq ne wisa ye, başûrê Kurdistanê ne wisa ye, hun nikarin bi vî awayî Şengalê birêve bibin.
Tu rabî civakeke ku PKK ew ji qirkirina DAIŞ parastiye qir bikî, nabî qehreman; encax bibî siya DAIŞ’ê.