SERKETINA GARÊ LI CÎHANÊ DENG VEDA
GULISTAN ÇIYA ÎKE: BERXWEDANA GARÊ DESTHILATA AKP/MHP’Ê HEJAND
Rojnamevan Gulistan Çiya Îke di şîroveya Heftane ya televizyona me de encam û dengvedana şerê Garê nirxand.
Gulîstan Çiya Îke da diyar kirin ku:
Têkçûn ewqas bandor bû, muxalefet dibêje bila hesabê binketinê bê dayîn.
Lê desthilat jî bi temamî ketiye rewşa parastinê.
Di Şîroveya Hefteyê de tê gotin ku cara yekê me, rojev bi temamî bûye lêpirsîna serokê rejîma faşîst Tayyip Erdogan û desthilata AKP’ê.
Gulîstan Çiya Îke dibêje, êdî ne li Tirkiyê, di qada navnetewî de jî kes ji desthilatdariya AKP-MHP’ê bawer nake..
Di Şîroveyê de îşaret bi kêfxweşiya xelkê Başûrê Kurdistanê ya serketina gerîla ya Garê jî tê kirin.
Gulîstan Çiya Îke bal dikêşîne ser berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê û xwedî derketina gel ya ji vê berxwedanê.