Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

IPPNW: Divê li Garê lêkolîn bê kirin 27.02.2021

 

LI GARÊ BI KARANÎNA GAZA KÎMYEWÎ
IPPNW: DIVÊ LI GARÊ LÊKOLÎN BÊ KIRIN

Artêşa Tirk 10’ê Sibatê bi 40 balafirên şer, bi balafirên bêmirov yên bi çek, bi dehan helîkopteran , tam 4 rojan bê navber herama Garê dan ber bombeyan.

Bi taybetî di roja 4’an de artêşa Tirk a dagirker, bi awayekî hovane berê xwe da kampa ku dîlên şer lê bûn.

Kampa dîlên şer lê bûn bi dijwarî bombabaran kirin û paşê gaza kîmyewî bi kar anîn.

Ji ber gaza kîmyewî 13 esker, polîs û endamên mîtê yên di destê HPG’ê de kuştin û paşê gulle bera serê wan dan.

Berpirsa bijîşkên navneteweyî yên ji bo pêşîlêgirtina şerê nukleer yê Tirkiyê Dr. Gîsela Penteker li ser mijarê ji ANF’ê re axivî..

Dr. Penteker ji tecrûbeyên xwe yên herêmên şer mînak dan û wiha got.

Li Sûriyeyê me carek din fêm kir ku ispatkirina bikaranîna gaza kîmyewî pir zore.

Tenê bi mêzekirina wêneyan, ne pêkane ku em vê yekê tespît bikin.

Ji ber vê yekê divê heyetek pispor a girêdayî Neteweyên Yekbûyî biçe herêmê û lêkolînan bike.

Dr. Gîsela Penteker balkişand ser êrişkariya dewleta Tirk a li dijî Kurdan û got.

Tirkiye bi dagirkirina herêm û xakên di nava sînorên Sûriye û Iraqê de jî hiqûqa navnetewî binpê dike.

Li gorî yasayên ku cîhanê qebûl kiriye ev sûc e, hêzên Rojavayî jî hevkarê vî sûcî ne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di bernameya taybet a televîzyona me de der barê êrişa dewleta tirk a dagirker a li dijî Garê nirxandinên berfireh kiribûn.

Murat Karayilan daxuyaniyên HPG û NPG’ê jî bi bîr xistibû û gotibû ku artêşa dagirker gazên kîmyewî bi kar anîn e, û ji bo lêkolînê bang li saziyên pêbawer kiribû.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv