Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Belûçistanê xwepêşandan didomin, artêşa Îranê hêzekî mezin sewqî herêmê dike 27.02.2021

 

LI BALÛCÎSTANÊ XWEPÊŞANDAN DIDOMIN
ARTÊŞA ÎRANÊ HÊZEKÎ MEZIN SEWQÎ HERÊMÊ DIKE

Di 23’ê Çileyê de leşkerên Îranê li bajarê Serawan ê ser bi parêzgeha Balûçistanê êrişî kolberên Belûç kir.

Li gorî daneyan di vê êrişê de 10 kolber hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.

Piştî bûyerê xelkê Beluç li parêzgeha Beluçistan a Îranê li dijî zilm û zextên dewleta Îranê serî hildan.

Çalakiyên ku 23’ê Çileyê destpêkirî hîn jî dewam dikin.

Tevî êriş, kuştin û zextên eskerên Îranê, xelkê Beluç bi rojane li ser piyane.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, xwepêşanderan hin rêyên giştî ji çûn û hatinê re girtin e.

Heman çavkanî radigihînin ku li bajarê Zahdanî yê navenda Beluçistanê di navbera xelkê Beluç û eskerên Îranê de pevçûn dewam dikin.

Li gorî agahiyan di encama pevçûnan de gelek kes hatine girtin.

Herwiha artêşa Îranê hêzek mezin ya ji çekên giran pêk tê şandiyê herêmê.

Weke di dîmen de jî tê dîtin, helîkopter bi ser xwepêşanderan re difirin.

Xelkê Beluç hemberî hêzên rejîmê, çeperên xweparastinê avakirine û xwe diparêzin.

Çavkaniyên herêmî îdia dikin ku di xwepêşandanan de heya niha 15 kesên sivîl hatine kuştin.

Rejîm ji serokeşîran dixwaze welatiyan qaneh bikin da ku dawî li xwepêşandanan bînin.

Li aliyê din ji ber ku rejîma Îranê xetên înternet û telefonê qut kirine, zanyarî dereng tên bidestxistin.

Li ser hejmara kuştî û birîndaran heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye parvekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv